Satellite: Hotbird

FREQ: 12207

SR: 27500
POL : HOR
FEC: 3/4
 
Online: 4
13 Oct 2006
Xelata Nobel a edebiyatê gihişt Orhan Pamuk

Akademiya Swêdê ragihand ku xelata edebiyatê ya îsal digihije nivîskarê tirk Orhan Pamuk.

Di sedema xelatdayina edebiyatê bo Orhan Pamuk Akademiya Swêdê van motîfan diyar dike: " jiber hewldanên diyarkirina hestên melankolîk ê welatê ew li dijî û di dijbertî û wekhevîya kulturan de sembolên nû keşif kirîye, ew layiqî vê xelatê buye û wek xelat jî 1.36 milyon dolar dê bê dayin"

 

Ji bilî Orhan Pamuk îsal çendîn nivîskarên din ên navdar wekî Milan Kundere, Marioa Vargas Liosa, Adonis, Amos Oz û Paul Auster jî di nav  faworiyên îsal da dihatin diyarkirin.

 

Babetek balkêş ew bû ku li Tirkiye kêfxweşî ji wergirtina xelata Pamuk re nehate nîsandan.

 

Pamuk wekî rexnegîrek sistema dewleta Tirkiye tê nasîn û di hevpeyvînek xwe sala par de ji bo kovara Stern a almanî gotibû ku: ”Li Tirkiye jenosid dijî Ermeniyan hatiye kirin û 1,5 milyon ermenî hatine kûştin û herweha di 20 salên dawî de 30 hezar Kurd jî hatine kuştin”. Ji ber van daxuyaniyan li Tirkiye kampanyayek reşkirinê hemberî Pamuk hatibû birêvebirin.

print | back »
© 2006 rojhelat | contact | design by chia