Serokê rêxistina navneteweyî dijî çekên atomî , Muhammed el Baradey diyarkir ku ger tedbîr neyêtin girtin di demek nêz de 30 dewlet dikarin cekên nukleer bidest bixin. Li gor Baradey di dema dawî de ev bû mode!
Di nûceya ku di ajansa nuçeyî ya Ingilîz BBC de hatî belavkirin de, El Baraday got ku: Vê yekê bi Iraqê destpêkir, paşî Libya da sêr vê xetê. Ev 20 sal in Iran di hewldanek weha de ye û Koreya Bakur berî çend rojan çekên nukleer prowe kirin!
“Diyar e gelek dewlet di wê fikrê de ku xweparastina xwe bi çekên nukleer bikin. Ev yek jî xeteriyek mezin beramberî ewletiya cîhanê ye”.