Di festivala ku ji alî Partiya Brayetiya Turkmenî ve îro li Kerkukê hatî lidarxistin de, Sekreterê Giştî Welid şerike diyarkir ku: “Kerkukiyên eslî maddeya 140î ya zakona bingehîn a Iraqê diparêzin”.
Heman demê festivalê biryar girt ku nameyekê bişîne wan aliyan yên ku dijberî maddeya 140î ne. Di festivalê de helbestvanan mumên brayetî û jiyana bi hevûdu re jî pêxistin. Wekî sembolek piştgiriya xwe ya ji bo maddeya 140an.
Di festivalê de ji neteweyên cuda xelk beşdar bû û herweha Waliyê Kerkukê Abdurrahman Mustafa, nunerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî axaftin kirin