Wekî ji payitexta Iraq a federe Bexdayê hate zanîn, Serokwezîr Nuri Al-Malikî Cepheya Turkmenî jî daxilî nav komisyona maddeya 140î ya ku girêdayî referanduma li ser deverên Kurdistanê ku niha li derveyî sînorê herêma Kurdistanê dimînin (di nav de Kerkuk) hatiye danîn, kir.
Vê kiryara Al-Malikî rexneyek dijwar ji alî Hukimeta Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê ve dît. Li gor dezgehên Kurd, Al-Malikî qet têkilî bi kurdan re nedaniye û ev biryar wergirtiye.